Doza qetilkirina Denîz Poyraz didome

  • 09:11 16 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaç da zanîn ku ji bo kesên pişt qetilkirina Denîz Poyraz neyên dîtin hewldanek taybet tê dayîn û got gelek delîl windane û doz hîna neqediyaye.
 
Di 17’ê hezîrana 2021’ê de gumanbar Onur Gencer êrişê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû. Du sale hêzên pişt qetilkirinê dernexistin holê. Gumanbar Onur Gencer hatibû darizandin di rûniştin 6’an de biryar hatibû dayîn. Dadgehê ji sûcê ‘bi plankirî kes kuştin’ cezayê muebetê, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji sûcê ‘binpêkirina destnedana avahiyê’ 2 sal, ji sûcê ‘muxalefetê qanûna çekan’ 3 sal ceza dabû. 
Gumanbar Onur Gencer 18 saet şûnde hatibû binçavkirin û li ser israra parêzerên Denîzê gelek delîl hatibûn komkirin. 
 
Yek ji parêzera dozê Turkan Aslan Agaç da zanîn ku ji bo hêzên pişt komkujiyê dernkevin holê hewldanek taybet heye û hevdîtinên telefonê ku têkiliya gumanbar û MHP, komeleyên ulkucu derdixist holê nexistine dosyayê. Turkanê da zanîn ku dosya ji dadgeha îstînafê ji usule vegeriyaye û doz didome.
 
‘Ji qestî nehat lêkolînkirin’
 
Turkanê da zanîn ku pêvajoya lêpirsînê û darizandinê ji hev serbixwe nînin û gumanbar 18 saetan de hatiye girtin û dozger bêyî tu delîlî kom bike îdianame amade kiriye û li ser daxwaza wan delîl hatine komkirin. Turkanê wiha dirêjî daye: “Daxwazên me hema wisa ji ser re pêk hatin. Pêvajoya darizandinê jî girêdayê vê hat meşandin. 7 runiştin pêk hatin. Em neçar man bi heyeta dadgehê re bikevin rewşeke aloz. Mafê mexduran tune hesibandin. Piştî guherina heyeta dadgehê mafên mexduran carek din hat rakirin. Pêvajoya lêpirsînê çawa destpê kir ya darizandinê jî wisa berdewam kir.”
 
‘Piştî daxuyaniyê êriş pêk hat’
 
Turkanê da zanîn ku di runiştinê 14’ê cotmeh û 27’ê kanûnê de tenê gumanbar û parêzerên wî tevli bûne û got: “Rêgeza darizandina adîlane hat binpêkirin. Ji bo kesên pişt bûyerê derkevin holê hewldanek taybet hebû. Di videoya gulana 2021’ê de ku Sedat Peker weşandibû, dihat gotin ku wê li hember kurd û Elewiyan êriş pêk bên û bi vê dixwazin gel daxînin kolanan û hawirek kaotik biafirînin. Piştî vê daxuyaniyê şûnde êriş pêk hat.”
 
‘Gumanbar komkujî bi kê da erêkirin’
 
Turkanê da zanîn ku di videoya rojnameger Cevherî Guven yê li derveyê Tirkiyeyê dijî jî tê gotin ku gumanbar Onur Gencer di nivîsênn li ser whatsapê de bi kesekî navendî re diaxive û çalaki bi wî kesî daye erêkirin. Turkanê got li ser vê xwestine ku Cevherî Guven bê guhdarkirin lê hevdîtinên whatsab û daneyên dîjîtal yek di dosyayê de tune ne.”
 
‘Yên di sifata gumanbariyê de nehatin guhdarkirin’
 
Turkanê, daxuyand ku yên di sifata gumanbariyê de divê bihata guhdarkirin wek şahid hatin guhdarkirin, ew kes nehatin darizandin û wiha dirêjî daye: “Ger ku derfetên me hebûna wê ev kes wek gumanbar bihatana guhdarkirin. Yanî hemû delîl nehatin komkirin û ji aliyê dadgeh û dozgeriyê ve nehatin nirxandin. Yên Denîz qetil kirin û suikasta Sînan Ateş pêk anîne ji heman tiştî xwedî dibin. Em wisa difikirin. Ev profîleke ji hevkariya komên cîhadîst û ulkucu xwedî dikin. Di rûniştina ewil de ger ku pêvajoyeke ku rastî û heqîqet derdixist holê bihat ameşandin wê edelet jî pêk bihata. Komkujî siyasiye û di çarçoveya nefrete de pêk hatiye. Zimanê nefretê dihat afirandin. Wê demê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu HPD hedef digirt. Me xwest Suleyman Soylu jî bê darizandin.”
 
Doz didome
 
Turkanê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêvajo di alî wan de neqedyaye û wiha dawî lê anî: “Di 27’ê kanûna 2022’yan de biryar hat dayîn. Me jî îstînaf kir. Dosya şandin Edliyeya Herêmî ya Îzmîrê. Lê hefteya borî ji ber kêmasiyên usulê biryar hat xerakirin û em fêrbûn ku dosya şandina 6’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê. Lêgerîna me didome.”