TJK-E’yê ji bo tevlîbûna festîvalên jinan ên li sê welatan bang kir

  • 15:30 15 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, ji bo Festîvalên jinan a Zîlan, Rojbîn û Sakîne Cansiz ên dê li Elmanya, Fransa û Swîsreyê were lidarxistin, banga tevlêbûnê kir.
 
Di 17'ê hezîranê de li Elmanyayê Festîvala Jinê ya Zîlan, di 18’ê hezîranê de li Fransayê Festîvalala Jinan a Rojbîn û di 25’ê hezîranê de li Swîsreyê jî Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz were lidarxistin. Derbarê festîvalên ku bê lidarxistin de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin: 
 
“Di sala 2022’yan de li Rojhilatê Kurdistanê polîsên exlaq Jîna Mahsa Amînî qetil kiribûn û piştî wê bi serhildanên civakî re felsefeya azadiyê ya jinên kurd ‘Jin, jiyan, azadî’ li dinyayê belav bû û rêya hevgirtina bi jinên dinyayê re vekir. Li dijî azadiya sexte ya ku sîstem li ser jinê ferz dike, rêxistinên jinan xeta xwe ya têkoşînê xêz kirin û di şerê ku li dijî modernîteya kapîtalîst de hêzek bi dest xistin. Di çaryeka yekemîn a sedsala 21’emîn de bi têkoşîna jinê derket holê ku di avakirina azadî, civaka bê çîn û jiyana demokratîk a hemû gelan de felsefeya gerdûnî roleke pêşeng lîstiye.
 
Desthilatdar bi polîtîkayên komkujî, qirkirin, biçûkxistin û şer hewl didin bi afirandina sîstema xwe civakan dîzayn bikin û wekî her serdemê di vê serdemê de jî hewl didin têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên kurd parçe bikin û bişkînin. Ji ber vê jî ji ber ku ji hêza pênûsa Nagîhan Akarsel ditirsiyan, li Silêmanî li hemberî wê sûîkastek kirin. Ew dixwazin şerê xwe yê qirêj ji ser jinan kûrtir bikin û têkoşîna jinê bidin sekinandin. Ji ber vê sedemê jî di salvegera 10’emîn a Qetlîama Parîsê ya yekemîn de, Qetlîama Parîsê ya duyemîn kirin û di şexsê Evîn Goyî de têkoşîna îdeolojîk a jinên kurd kirine hedef.
 
Em bi îdeolojiya rizgariya jinê û bi ronahiya felsefeya jin, jiyan û azadî de xwe zêdetir rêxistin dikin û polîtîkayên qirêj ên pergalê ji xwe re dikin hinceta têkoşînê, em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin û em ê siberoja civaka xwe ava bikin.
 
Em qada Ewropayê em ê bi ked û hêza cewherî ya jinan di 17'ê hezîranê de li Elmanyayê Festîvala Jinê ya Zîlan, di 18’ê Hezîranê de li Fransayê Festîvalala Jinan a Rojbîn û di 25’ê Hezîranê de li Swîsreyê jî Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz li dar bixin û em ê bi hemû rêxistinên jinan re bicivin. Em festîvala xwe ya îsal diyarî hevala xwe ya şoreşger Evîn Goyî dikin.
 
Di vê çarçoveyê de em bang li jinên Kurd ên li Ewropayê, saziyên demokratîk û dostên xwe dikin ku bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ya ku bûye gerdûnî, em hêz û vîna xwe bikin yek û bibin dengê azadiyê.”