Rojnameger Safiye Alagaş hat tahliyekirin

  • 15:01 15 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Rojnamevan Safiye Alagaş di yekemîn danişîna doza xwe de hat tahliyekirin.
 
Yekemîn danişîna doza der barê Gerînendeya Weşana Giştî ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş a ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 16'ê Hezîrana 2022'an de hatibû girtin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Safiye û parêzerê wê Resûl Temur tevli danişînê bûn. Malbata Safiye jî beşdarî danişînê bûn, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Cemiyeta Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Nûnera Tirkiyeyê ya Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ozgur Teach, ji Komeleya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) a Tirkiyeyê Erol Onderoglû, ji Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) Zeynep Gultekîn û hempîşeyên Safiyeyê tevli danişînê bûn.  
 
Piştî parastina Safiye û parêzerên wê heyeta dadgehê navberek kurt da.
 
Piştî navberê derbarê Safiyeyê de biryara taliyeyê hat dayîn.