Sayfo 108 sal in berdewam dike: Tiştê ku em dixwazin rûbirûbûn e!

  • 12:10 15 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - 108 sal berê di Qirkirina Sayfo ya Suryaniyan a sala 1915’an de 500 hezar Suryanî hatin “qirkirin”. Çalakvana Suryaniyan Îbtîsam Gawriye, endama Yekîtiya Jinan a Bethnehrînê ku bang li Tirkiyeyê kir û got, "Tişta ku em dixwazin ew e ku Tirkiye bi dîroka xwe ya berê re rû bi rû bê û da ku mafên hatî desteserkirin carekdin radestê gel bike."
 
Gelê ku bi zimanê Pêxember Îsa axivîn û gelên pêşîn ên ku Xirîstiyantî qebûl kirin e Suryanî ne. Her wiha gelên herî kevn û niştecîhên Mezopotamyayê bûn. Suryanî di sala 1915’an de hatin qirkirin. Suryaniyên ji ber ku di Qirkirinê de bi şûr û xenceran hatin qetilkirin navê “şûr” lê hat kirin. Her sal di 15'ê Hezîranê de kesên li Sayfoyê hatin qetilkirin bi bîr tînin. Sayfo yek ji qirkirinên sîstematîk ên ku di sala 1915'an de bi polîtîkayên "îslamkirin", asîmîlasyon û "tirkkirinê" li gelek herêmên Tirkiyeyê di serî de Bethnahrîn li ser gelên kêmnetewe yên ku dijîn, hat kirin. Di encama Sayfo de, ji 700 hezar Suryaniyên ku ji sê paran duyê nifûsa xwe winda kirine, tenê 200 hezar mane. 
 
Qirkirina Gelê Suryanî 
 
Di Qirkirina Suryaniyan a Sayfo de bi qasî 500 hezar Asûrî "hatin tunekirin", 300 hezar hatin qetilkirin, 200 hezar jî ji nasnameya xwe hatin bêparkirin. Li Sayfoyê jî, weke di Qirkirina Ermeniyan de, ne tenê Gelê Suryanî, hemû zindîwar hatin qetilkirin, hema bêje “komkujiya zindîwaran" pêk hat. Destdirêjî bi sedan jin û zarokan kirin û "firotin" û gelekan jî ji ber destdirêjiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber koçên bi darê zorê yên piştî qirkirinê, polîtîkayên "Tirkkirin û Îslamkirinê" gelek Suryaniyan nasnameya xwe winda kirin, bi darê zorê di binçavkirin û komkujiyên "kiryar nediyar" de hatin windakirin. Hin ji wan nêzî 200 hezar suryaniyên mayî ji ber zext û gefan nasnameya xwe winda kirin û hinek jî ji neçarî erdnîgarî û warên xwe terk kirin. Li herêma Bethnahrîn a ku di sala 1915’an de bi giranî Qirkirina Suryaniyan a Sayfo lê dihat kirin, hejmara Suryaniyan daket 200 hezarî.
 
Windakirina ziman û nasnameyê...
 
108 sal di ser re derbas bûn jî, polîtîkayên qirkirinê bi hemû hêza xwe li dijî suryaniyan tê meşandin. Dema ku bi hezaran mal, dêr û keşîşxane hatin desteserkirin, di van çend salên dawî de bi dehan dêr hatin firotin, li dêran bi îdiaya "zêr heye" hatin kolandin. Lê belê îbadetxane veguherandin axur, goristan wêran kirin, dêr û keşîşxane hatin bombekirin, şewitandin û hilweşandin.
 
Li gel van hemûyan yek ji encamên herî giran ên polîtîkaya “tinekirinê” asîmîlasyon û bênasname bû. Bi hezaran kes nasnameya xwe û zimanê dayikê winda kirin. Piştî Sayfo zimanê suryanî ku di nava zimanên di xetereyê de ye, ji ber hilweşandina hemû akademî û dibistanên ku bi suryanî perwerdeyê didin, bi windabûnê re rû bi rû ye. Desteyek Aşûriyên li Turabdîn (Mêrdîn û parêzgehên derdorê) ku neçar man koçî Ewropayê bikin, li hemberî hemû zor û zehmetiyan ji bo zindîkirina zimanê xwe yê zikmakî suryanî têdikoşin.
 
Sirgunê Colemêrgê kirin 
 
Suryaniyên di sala 1924'an de rastî Sirgûna Colemêrgê hatin, êriş dîsa bi awayekî sîstematîk dewam kirin. Asûriyên Rojhilatî ên ku di salên 1923-24'an de neçariyê li Colemêrg û Wanê bûn piştre dest bi vegera li warên xwe kirin. Vê demê jî dîsa rastî zextên leşker û eşîrên herêmê hatin. Dema ku salname 13'yê tebaxa 1924'an nîşan da, bi biryara ku piştî rapora ku ji aliyê Serfermandariya Giştî ya serdemê ve hat amadekirin û rojek şûnda ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat qebûlkirin, "planên" êrişên li dijî herêmên ku Rojhilat û Asûriyên Rojava yên vegeriyan dest pê kirin. Di 12’yê Îlona 1924’an de di encama hevkariya hin eşirên herêmê de li Colemerg, Elkê, Oramar, Çelê û Amediye û derdora wan êriş û qetlîamên ku heta 26’ê îlonê dom kir li dijî asûriyên Rojhilat dest pê kir. 
 
100 hezar asûrî ji Tirkiyeyê hatin sirgunkirin
 
Di êrişan de bi sedan suryanî hatin qetilkirin, dêr hatin talankirin û şewitandin, gelek cih û wargeh ji nexşeyê hatin paqijkirin. Di encama Sirgûna Colemêrgê de nêzî 80 hezar Asûriyên Nestûrî-Rojhilatî ji neçarî koçber bûn. Komkujî ne tenê bi Colemêrgê û derdora wê re sînordar nebûn, çend Asûriyên Turabdîn ên ku piştî Sayfo sirgûnî Sûriyeyê kirin, dikarin li Tirkiyeyê bimînin, ji ber polîtîkayên qirkirinê yên Rojavayî jî neçar man koç bikin. Di encama Sirgûna Colemêrgê de bi giştî 100 hezar asûrî ji Tirkiyeyê hatin sirgûnkirin.
 
60 gund hatin wêrankirin
 
Di salên 1980’an de li dijî Suryaniyên dawî yên ku hewl dan nasname û çanda xwe zindî bihêlin, polîtîkayên windakirina bi darê zorê û koçberiyê hatin meşandin û bi hezaran Suryaniyan careke din li ser rêya koçberiyê neçar man cih û warên xwe biterikînin. Bi hemû israra qirkirinê re bi sedan asûrî bi komkujiyên “kiryar nediyar” hatin tunekirin. Polîtîkayên qirkirinê yên ku gelek caran belav bûn, vê carê jî bi Komkujiya Simêle re hatin dubarekirin. Di 7’ê tebaxa 1933’yan de hêzên dewleta Iraqê û “hevkar”ên xwe yên herêmî Komkujiya Asûrî û Suryaniyan li bajarê Simele yê Iraqê pêk anîn. Êrişên ku di 4’ê tebaxa 1933’yan de bi vê qetlîama ku di bin navê “cîhadê” de li derdora Amediya, Zaho, Duhoq, Şêxan û Mûsilê li Iraqê hatin kirin, heta 5’ê tebaxê dewam kirin. Di encama Komkujiya Simêle de nêzî 5 hezar asûrî û suryanî hatin qetilkirin, 60 gund hatin wêrankirin û talankirin.
 
Duberekirina polîtîkayên koçberiyê 
 
Li Turabdîn û Tirkiyeyê ku îro nêzî 35 hezar asûrî lê dijîn, suryaniyên ku tevî qirkirin û polîtîkayên ku her kêlî dibe dûbare bi darê zorê hatin koçberkirin, di van çend salên dawî de ji havînê dest pê kir dest bi vegerê kirin. Lê belê polîtîkayên qirkirinê tenê bi êriş û komkujiyan re sînordar nebûn. Polîtîkayên windakirinê yên ku di sala 1915’an de dest pê kiribûn jî dîsa derket holê. Keldanî Şîmunî û Hurmuz Dîrîl di sala 2011'an de vegeriyan gundê Kovankaya yê ku navê wê yê suryanî Mehre ye yê navçeya Elkê ya Şirnexê ku gelek caran ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin û dest bi avakirina jiyana ekolojîk kirin. Dîsa li ser axa xwe. Lê belê cenazeyê Şîmunî yê 65 salî yê ji hevjîna Diril ku di 7'ê çileya 2020'an de, piştî 70 rojan ji aliyê kurê hevjînê ve di çemekî nêzî gund de hat dîtin. 
 
Derbarê Hurmuzê de agahî nîne
 
Di çarçoveya dosyayê de hê jî lêpirsîneke bi bandor nayê kirin, di derbarê aqûbeta Hurmuzê ku ev nêzî 2 sal û nîv e winda ye de yek gav jî nehatiye avêtin. Suryanî vê mînaka komkujî û windakirinê weke berdewamiya Sayfo bi nav dikin. Her wiha kuştin û windakirina Hurmuz û Şîmunî yên ku ji bo Suryaniyên ku di mehên havînê de vegeriyan gundên xwe yên piştî Sayfo û bi hezaran Suryanî di salên 1980’an de bi darê zorê hatin koçberkirin, bûne hêviyek. Vê bûyerê bandorek neyînî li vegera suryaniyan bo warên xwe kir. Lê ya ku derket holê ew bû ku polîtîkayên qirkirinê hê jî zindî bûn…
 
'Suryanî xwedî wê erdnîgariyê ne'
 
Di salvegera 108'an a Sayfo de, me mîkrofona xwe dirêjî çalakvana Suryanî Îbtîsam Gawriye, endama Yekîtiya Jinên Bethnahrîn (Huyodo d'Neshe d'Bethnahrin - HNB) Îbtîsam Gawriyê kir.
 
Îbtîsam, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand cih û warê suryaniyan: "Em weke suryanî xwediyê wê erdnîgariyê ne. Ji ber vê yekê hizra ku asûrî ne dilsozê Împaratoriya Osmanî bûn, wan jî weke hemû nemisilmanên din xiste nav kategoriya metirsiyê. Bi Qirkirinê re desteserkirin jî bi desteserkirina axên suryaniyan hatiye plankirin. Bi vî rengî komkujî li hemû Xiristiyanan hat destpêkirin."
 
Koçberiya ji nêçariyê
 
Îbtîsam, daxuyand ku li hemberî suryaniyan gelek polîtîkayên înkar û îmhayê hatin meşandin û wiha bi lêv kir: "Mixabin ev rabirdû bi sed hezaran tê vegotin. Lê belê gelek welat û hikûmet guh nadin û hewl didin Gelê Suryanî li ser axa xwe tune bikin. Mebesta min ew e ku Gelê Suryanî ji dîrokê heta niha di gelek qetlîamên wek Komkujiya Simêle ya 1933'yan de Iraq'ê derbas bûye. Dîsa beriya 11 salan li Sûriye û Iraqê ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî Xiristiyanan komkujiyeke mezin hat destpêkirin. Ji ber vê yekê mixabin gelê me yên li Sûriye û Iraqê dijîn jî ji vê komkujiyê para xwe girtin. Dewletên Ewropayê yên ku weke navenda demokrasiyê tên binavkirin jî tehemûlî êriş û qetlîamên bi vî rengî kirine. Ji ber vê yekê gelê me yê ku hatin qetilkirin û neçarî koçberiyê kirin, îro jî neçar ma ku xwe li Ewropayê îspat bike."
 
Destdirêjiya li hemberî jin û zarokan
 
Îbtîsam, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Destdirêjî li jinên suryanî kirin. Her jineke suryanî ku li ber xwe da, bi îşkenceyeke hîn mezintir dihat qetilkirin. Zarokên wan bi darê zorê birin. Osmaniyan jinên suryanî weke 'milk' bikar anîn. Hewl didin jinan tenê di bin parastina xwe de bihêlin, weke ku niha jî li Tirkiyeyê ye. Bi vî awayî hewl hat dayîn ku pêşeroja Gelên Suryanî bi 'desteserkirina' jin, keç û zarokên wan bê tunekirin."
 
'Divê em dîrokê tu carî ji bîr nekin'
 
Îbtîsam, da zanîn ku divê jin têbikoşîn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Banga me ji bo jinên suryanî yên li Ewropayê dijîn ev e ku bila tu carî ji bîr nekin ku hatine. Bila ji bîr nekin ku jinên Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî) ji koka xwe naqetin. Bila bizanibin ku jina Suryanî xwedî nirxên çandî yên berfireh e. Jinên me yên serkeftî, bi hêz û dîrokî yên mîna Şamîram, Îştar û Zênobiya hebûn. Divê em rêya wan bişopînin. Ji ber ku jina ku ji tunebûnê afirand gelek profesor, gelek dîroknas û gelek siyasetmedarên ku ders dan, mezin kirin û perwerde kirin. Ji ber vê yekê ji bîr nekin ku li ku derê jin lê civak jî heye. Ger jin hebe jiyan û şaristanî heye. 
 
'Divê rê li ber bûyerên wiha bigirin'
 
Îbtîsam, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku em dixwazin ew e ku Tirkiye bi dîroka xwe ya berê re rû bi rû be û hemû gelên li ser xaka komarê dijîn mafên xwe yên desteserkirî bistînin. Ji ber ku tenê armanca hevpar a me hemûyan divê ew be ku em bi hemû hêza xwe rê li ber bûyerên wiha xemgîn di pêşerojê de bigrin."