Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiye kir

  • 11:58 15 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, der barê fermandarê Ehrar Şarkiye Ebû Hatim Şakra ku di serî de di qetilkirina Hevrîn Xelef û gelek komkujiyên din re navê wî derbas dibe, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya ku lê girtî bû, ji ber mezûnbûna wî ya ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê gilî kir. 
 
Berdevka Tevgera Jinen Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, der barê Fermandarê  Ehrar Şarkiye Ebû Hatim Şakra de gişî kir.
 
Li hemû erkdarên dewletê gilî kir
 
Ayşeyê di serlêdana ku ji bo gilî kir de diyar kir ku Ebû Hatim Şakra di serî de siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, berpirsyarê gelek komkujiyan e. Ayşeyê bal kişand ku fermandarê Ehrar Şarkiye Ebu Hatim Şakra ku sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û bi sûcê şer tê sûcdarkirin ji Zanîngeha Artukluyê ya Tirkiyeyê mezûn bûye.  Ayşeyê di giliyê xwe da wiha got: “Zanîngeha Artukluyê derbarê vî serkêşê rêxistinê de xwedî bandor û desthilatdariya rêvebir e. Ji bo xebatên xwe yên li Tirkiyeyê berdewam bike ez li dijî Hakan Fîdan ê ku heta van demên dawî serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî bû, rayedarên din ên MÎT'ê û hemû wezîfedarên cemaweriyê yên ku van sûcdaran diparêzin de, gilî dikim.
 
Ayşeyê anî ziman ku ev rêxistin û alîgirên wê bi tevkujî û qetlîamên bi taybet li dijî siyaseta jinên Kurd tên meşandin, polîtîkayên şer di çarçoveya sûcên giran de tên nasîn û erka dozgeriyê ye ku li hemberî van sûc û sûcdaran bikeve tevgerê.