'Xwedî li Mexmûrê derkevin'

  • 09:02 15 Hezîran 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Cemîle Acar a ku malbata wê li Wargeha Mexmûrê ye destnîşan kir ku li ser Mexmûrê planên qirêj tên kirin û banga xwedî derketina li Mexmûêr kir. 
 
Di salên dawî de hem artêşa Tirk û hem jî ya Iraqê bi awayekî sistematik êrîşî Wargeha Mexmûrê  dikin. Bi hezaran Kurdên di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koç kirin Mexmûrê bi kedek mezin veguhertin qada jiyanê. Di 20’ê gulanê de Artêşa Iraqê xwest bi wesayîtên zirxî û hejmarek mezin ya leşkeran Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi kolandina xendek, dorpêçkirina têl û kuleyan dorpêç bike. Lê xelkê wargehê li hemberî vê hewildana dorpêçê derketin û berxwedana wan 16 rojan berdewam kir û bi ser ketin. Lê xeteriya li ser Wargehê dewam dike.
 
Cemîle Acar derbarê Rewşa Mexmûrê de nêrîna xwe parve kir.
 
Cemîle Acar(65) ji gundê Spîndarûkê ya li qûntarê Çiyayê Cûdî ye. Malbata Cemîle di salên 90’î de di encama êrîşên dewleta tirk de berê xwe dane başûrê Kurdistanê û niha li Wargeha Mexmûrê dimînin. Cemîleya ku ji malbata xwe dûr tenê li Cizîra Şirnexê dimîne bertek nîşanê êrîşên li dijî Mexmûrê da. Cemîle, da zanîn ku xelkên Mexmûrê ji neçarî û ji ber zilmê cih û warên xwe terikandine, li Mexmûrê di şert mercên dijwar de j bo xwe qada jiyanê ava kirine û got: “Di destpêka salên 90’î de hem li Şirnex û navçeyên wê hem jî li Sêrt û navçeyên wê zilmeke mezin li gelê Botanê kirin. Bi hezaran kurd ji ber zilmê ji herêmê hatin koçberkirin û niha li kampa Mexmûrê dimînin. Malbata min hemû çû Mexmûrê ez û biraziya xwe tenê li vê derê man. Biraziya min jî di salên 90’î de hate girtin û lê 36 sal cezayê girtîgehê aht birîn."
 
‘Ji zilmê reviyan, bi zilmê re rûbirû ne’
 
Cemîle, di berdewamiya axaftina xwe de behsa wan demên koçberkirinê kir û got: “Di wan salan de cerdevanên aliyê navçeya Qileban, Sêgirk û Dêrgûlê dora gund girtin. Ji bo valakirina gund 24 saet dan. Her wiha pezê me şewitanidn û malêm me talan kirin. Şev û roj dengê îşkenceya li kesan dikirin dihat.  Di wê rewşê de me xwe bi zorê ji destê wan xelas kir û em derbasî sîlopiyê bûn. Li Silopyayê jî rehetî nedan me. Em hinek çûn li gundê Xinisê man. Piştre xelkên me çûn Başûr û niha li  Wargeha Mexmûrê dimînin. Xelkên me ji zilmê reviyan lê li wê derê jî zilma li ser wan neqediya ye  ûdewam dike.”
 
‘Li dijî hevkujiyê derket’
 
Cemîleyê, bal kişand ser kiriyarên PDK'ê û anî ziman ku biryê wê ji aliyê PDK’ê ve hatiye windakirin û aqûbeta wî hîna nediyar e. Cemîle wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di dawiya salên 90’î de dîsa vekujî hebû. Wê demê gelek kurd li dijî hevkujiya kurdan derketin û li ber xwe dan. Birayê min jî li dijî vê hevkujiyê derket û ji Mexmûrê hat gel PDK’ê ku nerazîbûnên kurdan ên li dijî hevkujiyê bîne ziman. Lê belê ji aliyê PDK’ê ve hat girtin û 2 rojan li girtîgeha Akrê hate girtin. Piştre birayê min ji aliyê PDK’ê ve hate windakirin. Em gelek li biryayê min geriyan lê hîna jî aqûbeta wî nediyar e.”
 
‘Xwedî li Mexmûrê derkevin’
 
Cemîleyê, destnîşan kir ku li ser Mexmûrê planên qirêj hene, bal kişand dema Komkujiya Helepçeyê ku gelek kes ji Başûr koçberî Bakur bûn û wiha dewam kir,"Li herêmê wê dem yên ji PDK’ê û pêşmerge re herî zêde alîkarî kirin xelkên ku niha li Mexmûrê ne. Lê Îro li Mexmûrê yên ku herî zêde zilmê dikin dîsa PDK û  Tirkiyê ye. Dixwazin Mexmûrê vala bikin. Di warê zilma li ser Mexmûrê de destê Tirkiyê di hemû peymanan de heye. Xelkên Mexmûrê gelek zehmetî dikşînin û  di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin. Ev xelk gelek carn bê bijîşk dimînin û pirsgirêkên tendirustiyê dijîn . Divê gelê me Mexmûrê tenê nehêle. Mexmûr parçeyek ji me ye. Ji bo rûmet û hebûna xwe divê xwedî li Mexmûrê derbikevin.”