ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 15 Hezîran 2023
  • Rojev
 
*Cemîle Acar a ku malbata wê li Wargeha Mexmûrê ye destnîşan kir ku li ser Mexmûrê planên qirêj tên kirin û banga xwedî derketina li Mexmûêr kir. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku ji ber zext û zordariya dewletê ji neçariyê koçber bûn, hêvî dikin ku rojekê vegerin ser axa xwe. BI DÎMEN 
 
*Fehîme Poyraz di duyemîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz de banga xwedîderketina li doza Denîzê kur û got ku Denîz ne tenê keça wê keça gel e. DÎMEN HEYE
 
*Rektor qeyûm Nacî Încî bi qanûna hejmara 6284'an biryara tedbîrê girtibû. Nacî Încî bi biryara ku girtibû der barê xwendekarên çalakî pêk anîbû de biryara dûrxistinê dabû. Ji van xwenedekaran yek Eftelya Koyuncu ye û wiha got: “Niha qanûna hejmara 6284'an ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hewl tê dayîn ku bê bandor bê hiştin. Em li dijî vê ji bo parastina jiyana xwe dest ji 6284'an bernadin. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bimeşînin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji bo mele di bin navê ‘ şêwirmendiya manewî’ de li dibistanan bi cih bibin projeya ÇEDES’ê hatibû amadekirin. Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim mijar nirxand û got di pêvajoya havînê de li Stenbolê wê 237 dibistan ji TUGAV’ê re bên vekirin .Sîmgeyê got li dibistanên ku şêwirmendên psikolojik yên perwerde dîtine hene, hewcedariya şêwirmendiya manewî ji kîjan hewcedariyê derketiye holê? DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nuray Turkmen diyar kir ku qezayên wek ya di Erdem Aşkan de hatiye jiyîn pêngav pêngav plana wê tê amadekirin û got: “Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê polîs, çawîşên pispor an jî xebatkarên ewlehiyê li zarokan naqelibin. Li bajarên Kurdan em vê dibînin. Ev bûyerên wisa yên li herêmê divê polîtîk bên dîtin.” BI DÎMEN 
 
*108 sal berê di Qirkirina Sayfo ya Suryaniyan a sala 1915’an de 500 hezar Suryanî hatin “qirkirin”. Çalakvana Suryaniyan Îbtîsam Gawriye, endama Yekîtiya Jinan a Bethnehrînê ku bang li Tirkiyeyê kir û got, "Tişta ku em dixwazin ew e ku Tirkiye bi dîroka xwe ya berê re rû bi rû bê û da ku mafên hatî desteserkirin carekdin bidin suryaniyan."