Tayînkirina ‘şêwirmendên manewî’ di rojeva meclîsê de ye

  • 18:37 14 Hezîran 2023
  • Rojane
ENQERE- Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, tayînkirina ‘şêwirmendên manewî’ ya ji bo dibistanên girêdayê MEB’ê ji wezîrê Perwerdê Yusuf Tekîn pirsî.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, tayînkirina ‘şêwirmendên manewî’ yên di çarçoveya ‘Projeya ez li derdora xwe hestiyarim, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)’ ya Wezareta Perwerda Neteweyî (MEB)  ku ji bo dibistanên girêdayê MEB’ê wê bê kirin bir meclîsê. Gulîtsanê bi daxwaza wezîrê perwerdê Yusuf Tekîn bibersivîne pêşnûmepirs da serokatiya meclîsê.
 
Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku ji proje û pêkanînê bi fikarin û ev pirs di pêşnûmeyê de cih girtin:
 
“*Formasyona fedagojik a ‘şêwirmendên manewî’ yên li dibistanan bên peywirdarkirin heye an na?
 
*Pêkanîna ‘şêwirmendiya manewî’ û rêgezên etîka pîşeyî ya Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rehberê çiqas li gor hev in?
 
*Bi peywirdarkirina şêwirmendên manewî piştgiriyek çawa ji bo perwerda zanistî tê dayîn?
 
*Plansaziyeke çawa ye tê kirin ku şêwirmendên manewî bandor li pêvajoya perwerdê bike, xwe dispêre kînan pîvanên zanistî?
*Peywirdarkirina şêwirmendên manewî wê bandorek çawa li azadiya bawerî û ol a civak û zarokan bike?
 
*Niha çend şêwirmend hatine tayînkirin? Çend heb wê bên tayînkirin?
 
*Li dibistanên MEB’ê kêmasiya mamosteyan pir zêdeye û bi hezaran kes li bende tayînkirinê ne. Plansaziya tayînkirina mamosteyan heye an na?
 
*Ji bilî Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) saziyek din ji bo tahsîskirina dibistanan a ji bo meha havînê serlêdan kirine an na?