Kongreya Star: Divê cezayên giran li kujerê Înas werin birîn

  • 15:01 14 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star a navçeya Holê kuştina zaroka bi navê Înas Elî El Casim şermezar kir û daxwaz kir ku cezayên giran li kujeran bên birîn.
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Hezîranê de kujerê zaroka bi navê Înas Elî El Casim, girt. Li hember sûcê qetilkirina zaroka navborî, bertekên tund ji aliyê gel ve hatin nîşandan.
 
Kongreya Star a navçeya Holê ya girêdayî bajarê Hesekê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zaroka bi navê Înas Elî El Casim bi awayekî dermirovî û hovane hate qetilkirin û hat gotin: “Gelo vê zaroka 10 salî çi kiriye heta ku bi tundî û hovane were qetilkirin?”
 
Kongreya Star di daxuyaniya xwe de vê sûcê hovane şermezar kir û ji aliyên têkildarî xwest ku cezayên giran li kujeran bibirin û dawî li van sûcan bînin.