MKGP û DFG dê roja înê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin

  • 14:54 14 Hezîran 2023
  • Rojane
 
AMED - MKGP û DFG dê di 16'ê Hezîranê de ji bo 16 rojnamegerên ev saleke hatine girtin û danişîna wan nehatiye lidarxistin, 16'ê mehê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin. 
 
Polîsan di 8’ê hezîrana 2022’yan de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li gelek bajaran bi ser gelek malan û saziyên çapemeniyê de girtin. Di encama serdegirtinên mal û saziyan de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahin di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Bi boneya yekemîn salvegera girtina rojnamegeran, dê 16'ê Hezîranê roja înê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî were dayîn. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê 16'ê Hezîranê saet di 11.30’an de li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin. 
 
MKGP û DFG’ê têkildarî daxuyaniyê ev bangawazî kir: “Di yekemîn salvegera girtina hempîşeyên xwe de ji bo ku bibêjin ‘çapemeniya azad serî natewîne’ em tên ba hev.”