Danişîna yekem a rojnameger Safiye Alagaş sibê tê dîtin

  • 13:17 14 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna yekem a doza Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Safiye Alagaş sibê tê dîtin. 
 
Di 8’ê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de midûra ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Danişîna doza Safiye ku dosyaya wê ji ya 15 rojnamegerên din hat cudakirin û îdanameya derbarê wê de piştî bi 10 mehan di meha Nîsanê de hat amadekirin. Danişîna yekem a dozê dê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
 
Safiye bi hinceta "endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Îdianameya Safiyeyê bi 6 sernavan û 383 rûpelan pêk tê. Ji bo tevlîbûna danişîne hevalên wê û hevpîşeyên wê banga tevlîbûnê kiribûn.