Wê 500 nûnerên partiyên siyasî, tevlî Konferansa Peymana Lozanê bibin

  • 10:58 14 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa 100 saliya Peymana Lozanê ku biryare di 23-24’ê Tîrmehê de li Lozanê were lidarxistin, ji her çar parçeyên Kurdistanê wê 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda beşdar bibin.
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi tevlibûna hemû pêkhateyên ji çar parçeyên Kurdistanê, di navbera 23-24’ê Tîrmehê de kongreyek neteweyî ya mezin li dar bixe.
 
KNK ku pêşengtiya konferansê dike, xebatên xwe yên di vî warî de bênavber didomîne. Di çarçoveya xebatan de hevdîtinên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê yên bi rêxistin, partiyên siyasî û hemû civaka Kurdistanê re didomîne.
 
Konferans wê bi beşdarbûna 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda yên ji çar parçeyên Kurdistanê were lidarxistin.