ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 14 Hezîran 2023
  • Rojev
 
* Rêvebera Komeleya Beriya Her Tiştî Zarok a Amedê Mûkaddes Alataş, diyar kir ku bi piştevaniya Perwerdeya Mîllî, bingeha cemaat û tarîqatan hatiye xurtkirin û got: "Ev yek ji bo zarokan xetereye. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo parastin û ewlehiya zarokan hemû kes berpirsyar e." BI DÎMEN 
 
* Li her derê cîhanê pirsgirêka koçberiyê heye û ev bi her awayî bandor li jiyanê dike. Kesên ji ber nasnameyên xwe hedef tên girtin axa xwe terk dikin û nav van de jin û zarok jî heye û yên herî zêde bandor dibin ev alî ne.
 
* AKP’ê piştî hilbijaritnan guhertina destûra bingehîn ji nû ve xist rojeva xwe. Di guhertina destûra bingehîn de qanûna 6284'an jî heye. Jinan diyar kirin ku ew dest ji qanûna 6284'an bernadin. BI DÎMEN 
 
* Bi ‘Projeya li dijî Derdora xwe hestiyarim, xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim’ mele tayînê dibistanan tê kirin. Jinên kedkarê perwerdê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê malbat li dijî vê mijarê bêdeng neminin. BI DÎMEN