Koordînasyona Tifaqa Ked û Azadiyê dicivin

  • 22:06 13 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û rewşa heyî, dê sibê li hev bicivie. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê, civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê, dê sibê saet di 10.30'yî de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar bixe. HDP, TÎP, EMEP, EHP, TOP, Partiya Çep a Kesk û SMF dê sibê li hev kom bibin. 
 
Pêkhateyên tifaqê dê encamên hilbijartinê û rewşa heyî binirxînin.