Doza destdirêjiya li hember zaroka otîzmî hat taloqkirin

  • 17:52 13 Hezîran 2023
  • Hiqûq
ÎZMÎR- Ji doza destdirêjiya li hember zaroka otîzmî tevî hemû delîlan dîsa hat taloqkirin.
 
Der barê mêrê bi navê Ugur Erbîl ku destdirêjî li zaroka otîzmî kiribû, doz hatibû vekirin û sêyemîn runiştina dozê li 12’emîn dadgeha Ceza Giran a Edliya Îzmîrê hat dîtin. Parêzerên aliyan, dayika zarokê, parêzerê wezareta malbat û civakî tevlibûn û gumanbar Ugur Erbîl jî bi SEGBÎS’ê tevli bû. Aktîvîstên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û nûnerên Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Îzmîrê jî doz şopandin.
 
Piştî parastina parêzerê gumanbar navber dan runiştinê û heyeta dadgehê piştî navberê biryara berdwamkirina girtina gumanbar da û tevî hemû delîlan dadgehê runiştin taloqî 22’ê îlonê kir.