‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’

  • 16:03 13 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku piştî ku gel piştgirî daye partiya wan zextên li ser xelkê hatine zêdekirin û ev pirs kir: “Gelo çima alîkariyên civakî tên birîn?”
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexe Ayşegul Dogan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan diyar kir ku gelê Şirnexê piştî ku piştgirî daye partiya wan bi zextan re rûbirû dimîne. Ayşegul anî ziman ku alîkariyên civakî yên hin welatiyan hatine birîn û hinek tax jî hatine dorpêçkirin.
 
Ayşeguln gotininên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Em ê di pey her hilbijartinê de rûpeleke nû vedikin” bi bîr xist û got: “Heke ku dê rûpeleke nû bê vekirin gelo Şirnex jî dê di vê rûpelê de be? Em ê nîşaneyên vê çawa bibînin? Li Şirnexê rewşa neyînî ya li piştî hilbijartinê ma ji rêzê ye? Heke ev hesabpirsîn nebe çima alîkariyên civakî yên mirovan tên birîn? Heke ev yek tesaduf nebe hesaba çi ji gel tê pirsîn?"