Li dijî zextan daxuyanî: Em ê serî li ber îktidarê netewînin

  • 15:25 13 Hezîran 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirin û girtina parêzeran dan û diyar kirin ku ew ê li dijî zextan serî li ber îktidarê netewînin. 
 
Rêxistinê hîqûqî yên li Stenbolê têkildarî girtina endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Gulhan Kaya û binçavkirina parêzer Mustafa Taylan li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin wê serê xwe netewîne” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
Endama OHD’a Stenbolê parêzeran Nagehan Avçil di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku bi awayek li dijî hiqûqê hevdîtina wan a li gel hevpîşeyên wan hatiye astengkirin û girtina Gulhan Kaya êrişa eşkere ya li dijî parêzertiyê û parastinê ye. Nagehan diyar kir ku xebatên pîşeyî yên parêzeran bi zanebûn tên krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku wê parêzer û parastin serê xwe li ber zextên îktidarê serî netewînin û bi her awayî xwedî li parastinê û hevpîşeyên xwe derkevin.