Danişîna doza Adalet Kaya hat taloqkirin

  • 11:55 12 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di danişîna doza parlamenter Adalet Kaya de parêzeran mazbatayê pêşkêşî dadgehê kir. Dadgehê mazbata têrnekirî dît û biryar da ku ji Meclisê belge bê xwestin. 
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji ber xebatên Komeleya Jinan Rosayê bi heta cezayê hepsê yê 15 salan tê darizandin. Danişîna doza Adalet Kaya li 11’emîn Dadgeha Cezayê Girana Amedê hat lidarxistin. Adalet tev li danişînê nebû û parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Gazal Bayram di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger mutalaya ku xwestibû Adaletê were cezakirin bi bîr xist. Dozger xwest têkildarî ku Adalet Kaya bûye parlamenter, agahî û belge ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Sekreteriya Giştî ya Meclisê bên xwestin. 
 
Parêzera Adalet Kaya, Gazal Bayram da zanîn ku miwekîla wê wek parlamenter hatiye bijartin û mazbataya ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr girtiye pêşkêşî dadgehê kir. Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş jî xwest ku tevdîra qedexeya derketina derveyî welat a ji ser miwekîla wê bê rakirin. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku derbarê ku Adalet Kaya bûye parlamenter û dest bi wezîfeyê kiriye divê agahî û belge ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Sekreteriya Giştî ya Meclisê bê xwestin û rakirina tevdîra qedexeya derketina derveyî welat red kir. Şandeya dadgehê got piştî belge û agahiyên ji Desteya Hilbijartinê û Meclisê bên û revdîra kontrola edlî ya Adalet dê di navbera celseyan de binirxînin û danişînê taloqî 25’ê cotmehê kir.