'94 jin hatin kuştin, mirina 84 jinan jî bi guman e'

  • 14:56 8 Hezîran 2023
  • Rojane
 
AMED - Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî diyar kir ku, tundiya li ser jinê zêde bûye û ragihand ku di navbera 1'ê adarê û 31'ê gulanê de herî kêm 94 jin hatine qetilkirin û 84 jin jî bi guman mirine.
 
Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî bîlançoya xwe ya sê mehane ya tundiya li ser jinan û destdirêjiya li dijî zarokan eşkere kir. Rapor sê mehên di navbera 1'ê adarê û 31'ê gulanê de cih digire. Li gorî dema navbera 1’ê kanûnê û 28’ê sibatê tundiya li ser jin û zarokan zêde bûye.
 
Rapor ji nûçeyên ku li ser tundiya mêran di çapemeniyê de hatine weşandin hatiye amade kirin. Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî got: “Ji bo xwe bigihêjînin dozên tundiya li ser jinê û îstîsmara zarokan, nûçeyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Bianet, JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê, Anit Sayaç û gelek ajansên çapemeniyê yên herêmî û neteweyî li ber çavan re derbas kirine.”
 
Li gorî raporê; di navbera 1'ê adarê û 31'ê gulana 2023'yan de 94 jin hatin qetilkirin, 84 jin jî bi guman mirin. 185 jin rastî tundî hatin û birîndar bûn, ji wan 9 jin bi giranî birîndar bûn. 34 jin rastî gefan hatin, 14 jin hatin tacîzkirin, destdirêjî li 7 jinan hat kirin. 38 zarok jî bi îstismara zayendî û fizîkî re rûbirû man.