Hevseroka DFG'ê Dîlce Muftuoglu: Em bêdeng namînin!

  • 12:50 17 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka DFG'ê Dîcle Mûftûoglû ku ji girtîgeha lê tê ragirtin nameyek şand, banga hevgirtinê kir û got, "Ez bang li her kesî dikim ku ne tenê li dijî girtina me, di heman demê de ji bo azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê jî têkoşînê bidin." 
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû ya ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29'ê Nîsanê de hatibû binçavkirin û  3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat girtin, ji girtîgeha lê tê ragirtin nameyek şand.
 
'Armanc çavtirsandin bû'
 
Dîcle da zanîn ku bi rêbaza binçavkirina wan û birina wan a Enqereyê re xwestin şove hilbijartinê bikin û wiha dewam kir: “Me berî bi şevekê li Edliyeya Amedê daxwaza azadiya rojnamegeran kiribû. Ji rêbaza binçavkirinê diyar bû ku operasyonên Amed û Enqereyê operasyonên hilbijartinê ne. Armanc ew bû ku mûxalefetê, hemû kurdan bêdeng bikin û komên din bitirsînin. Em vê yekê baş dizanin û tevî hemû hewldanên wan jî niyeta me ya ku em bêdeng bimînin û bitirsin tune ye.”
 
'Têkoşîna me rewa kir'
 
Dîcle, anî ziman ku nêzî 15 sal in rojnamegeriyê dike û bi bîr xist ku ji Mijdara 2019'an û vir ve ji bo di qada çapemenî û azadiya ramanê de têkoşînê mezin bike di rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) de cih digire. Dîcle di nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Weke hevserokatiya komeleyê ez ji roja destpêkê hem di xebatên raporê de hem jî di çalakiyan de cih digirim. Niha jî bi operasyona ku hat kirin hatim girtin. Vê yekê nîşan da ku têkoşîna me çiqasî rewa bû. Di hawêreke ku di nava hefteyekê de 7 rojnamevanên Kurd hatin girtin de çûn hilbijartinan. Ne hewce ye ku ez şirove bikim bê ka ev çiqas nedemokratîk û neqanûnî ye.
 
Ez bang li her kesî dikim ku ne tenê li dijî girtina me têkoşînê mezin bikin, di heman demê de ji bo şert û mercên ku azadiya çapemenî û pêk bê pêk bên jî têkoşînê bidin. Weke şagirtên Apê Musa tevî hemû astengî û girtinan em ê bêdeng nemînin. Bijî Çapemeniya Azad.
 
Girtîgeha Jinan a Girtî ya 6-1
 
Sîncan / Enqere"