ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 17 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Cizîrê Arya Ehmed beyanameya Rêveberiya Xweser ku di 18’ê Nîsanê de ragihandibû nirxand û got: “Xalek girîng li ser yekbûna axa Sûriyeyê bû. Her wiha Rêveberiya Xweser ji 2014’an heta roja îro projeyên wan hebûn ku li ser bingeha netewa demokratîk û wekheviya gelan hatiye avakirin. Vê projeyê cihê xwe girt û îspat kir ku çareseriya Sûriyeyê bê Rêveberiya Xweser û bê projeya netewa demokratîk nayê çareserkirin." DÎMEN HEYE
 
* Ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî Laura Castel ji bo gotina Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîda Îmraliyê "Muameleya ne baş tune ye" wiha got:"Wezaret teqez derewa dike. Çareserî bi diyalogê encax pêk were. Berdana Ocalan hatina rû hev a vê pirsgirêkê ye û çareserî destpêkirina pêvajoya aştiyê ye." DÎMEN HEYE