‘Daneyên 193 hezar sindoqî wê bên kontrolkirin'

  • 20:28 16 Gulan 2023
  • Ramyarî
ENQERE - HDP’ê der barê nêlêrêtiyên hilbijartinê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê  daneyên 193 hezar sindoqî bê kontrolkirin û got wê xwedî li dengan derkevin.
 
Berdevkê Kordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerê YSK’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, der barê nelêrêtiyên di girtehên hilbijartinê de hatine dîtin de li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuaniyek da. Mehmet Ruştu da zanîn ku hewce bi daxuyaniyek dubare dîtine. 
 
Mehmet daxuyakirin ku di daxuyaniya nîvro de anîbûne ziman ku di gelek sindoqan de daneyên şaş ketine binqeydan û wiha got: “Hun zanin ev çend roje em bi raygiştî re parve dikin. Lê ji ber hejmar yek bi yek dertên holê rayagiştî jî ji nêz ve dişopîne. Di çapemeniya civakî de gelek dane hatine parvekirn. Min xwest wek hejmar vê bi we re parve bikim. Di pergala SÎPPORT de jî tê dîtin dane şaş ketine qeydan. Di nav van de sindoqên ku 230 dengên têde jî hene û yên 10 heb yê me ne jî hene. Sindoqên ku du dengên me têde jî hene. Me îtîrazê vê kir. Ev hemû biryar wan hatin dayîn û ev dane hemû hatin rastkirin.”
 
Em ê şopdarê mijarê bin
 
Mehmet Ruştu wiha berdeam kir: “Li bajaran encameke ku bandor li belavkirina parlamenteran  bike tune. Xebatên me didomin. Li her navend û navçeyê hevalên me yên parêzer di bîlgî îşlemê de bi hevalên me re daneyan tînin hember hev. Yên tespît dikin îtîraz dikin û radigihînin lijneyên hilbijartinê. Bi vî awayî tên sererastkirin.  Em xebatên xwe didomînin. Bila gelê me rehet be em bixebitin û em şopdarê mijarê ne. Em ê şaşiyê di 193 sindoqî de rast bikin û xwedî li dengên xwe derkevin.”