Danişîna doza destdirêjiya li zarok hat taloqkirin

  • 14:17 16 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
RIHA - Li Wêranşarê danişîna doza destdirêjiya zayendî ya li zarokekê, ji ber raporên hatibûn xwestin nehatine hate taloqkirin. 
 
Kesê bi navê M.S. (17) li navçeya Wêranşar a Rihayê zêdetirî salekê bi awayekî sîstematîk destdirêjiya zayendî li zirxwişka xwe ya 10 salî ya bi navê S.S. kir. Derheqê M.S. de bi sedema “Bi rêk û pêk ketiye nava hewldana îstîsmara zayendî ya zirxwişka xwe” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê hat lidarxistin. Malbata zaroka mexdûr û parêzerên wê li danişînê amade bûn. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Riha û Mêrdînê û aktivîstên Tevgera Jinên Sosyalîst (SKH) tev li danişînê bûn. 
 
M.S. yê negirtî tê darizandin tev li danişînê nebû, parêzerê wî li danişînê amade bû. 
 
Danişîn ji ber dosyaya zarok e bi awayekî girtî dest pê kir. Daxwaza mudaxilbûna dozê ya Navenda Mafên Zarokan a Mêrdînê nehate qebûlkirin. Parêzerên Baroya Mêrdînê jî ji eywanê hatin derxistin. 
 
Danişîn bi hinceta raporên beriya niha hatibûn xwestin nehatine, taloqî 6’ê cotmehê hate kirin.