Ji bo hevseroka dewsa wê qeyûm hat tayinkirin biryara beratê

  • 13:19 16 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, ji doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" jê dihat darizandin berat kir. 
 
Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, ji doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" jê dihat darizandin û 22 sal û 6 meh ceza jê re dihat xwestin, berat kir. Rûniştina dozê li 11'emîn Dageha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde tevlî rûniştinê nebû lê parêzerê wê Sabahattin Acar li rûniştinê amade bû. 
 
Çalakiyên tevlî bûye kirin sedema sûc
 
Parêzerê Sabahattin Acar parastin kir û got çalakiyên muwekîla wî tevlî bûna di çarçoveya azadiya ramanê de ye. 
 
Heyet dadgehê biryara beratê da.