Xelata Azadiya Nivîsandinê wê ji bo Narges Mohammadî bê dayîn

  • 12:54 16 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya PEN a Emerîkayê, dê xelata "Azadiya Nivîsandinê" bide nivîskar û aktîvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin.
 
Komeleya PEN a Amerîkayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku xelata “Azadiya Nivîsandinê” ya sala 2023’yan dê bide aktîvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî ya li Girtîgeha Êvîn a Îranê tê ragirtin.
 
‘Ji bo xebat û nîvîsên xwe li girtigehê ye’
 
PEN a Amerîka di daxuyaniya ku duh ragihand ku dê xelata “Azadiya Nivîsandinê” ya sala 2023’yan di merasîma salane ya komeleyê ku bi navê “Pîrozbahiya Wêjeyê ya Amerîkayê” ku dê di 18’ê Gulanê de li Muzeya Dîroka Xwezayî ya New Yorkê bê pêkanîn de, ji girtîgeha Evînê ji aktîvîsta Îranê Narges Mohammadi ku bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê” re bê dayîn. Ji ber ku aktîvîst Narges Mohammadi li girtîgehê tê ragirtin, dê xelat ji aliyê hevjînê wê, rojnamevan û çalakvana sivîl Taqî Rahmanî re were wergirtin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Narges Mohammadi ku ev 30 sal in ji ber nivîs û xebatên xwe yên mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve tê hedefgirtin, niha bi sûcen sexte yên propaganda û heqaret a li dijî rejîmê di girtîgehê de ye” û hat gotin ku “Narges Mohammadi di bist salên borî de ji ber parastina mafê jin, girtiyên siyasî û kêmnetewan a Îranê û di dema rojên ewil ên xwendina xwe de tenê ji ber nivîsandina gotarekê ya li ser mafên jinan û beşdariya di mîtîngeke siyasî de hat girtin.”
 
‘Bal kişand ser mafê mirovan’
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Narges Mohammadî ya 51 salî piraniya deh salên dawî di girtîgehê de di bin îşkenceyê de derbas kir, gihandina dermanên ku pêwîstî dibîne hat astengkirin, demek dirêj di hucreyê de ma, piştî salên dirêj jî ji malbatê dûr ma pirtûkek nivîsand, hevpeyvînên xwe yên medyayî û bi çalakiyên medyaya dîjîtal bal kişand ser rewşa mafên mirovan a kûrewî û bi parvekirinên xwe re bal kişand ku mafê girtîgehên li Îranê tên binpêkirin.” Bi pirtûka xwe ya “Îşkenceya Spî” ku di sala 2022’yan de hat çapkirin, bi îfadeyên 14 girtiyên jin re têkildarî îşkenceya laşî û derûnî ya li dijî girtiyan li Îranê tên kirin hûrgiliyên hovane derketin holê.”