Îranê zextên xwe yên dijhiqûqî li dijî jinan didomîne

  • 17:03 15 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ku hat qetilkirin zextên hikûmetê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û li tevahiya wealt dewam dikin. Di vê çarçoveyê de derbarê 5 jinên ku ji ber beşdarî konferansa “Diyaloga rizgarkirina Îranê” bûne hatibûn girtin, qedexeya pêwendiya telefonê hat dayîn.
 
Her roj binpêkirinên hikûmetê yên li ser girtîgehên Îranê zêdetir dibin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Ferîba Kamalabadî, Mahosh Thabit, Narges Mihemedî, Golrokh Îraî û Faezeh Haşimî ji ber ku beşdarî konferansa "Diyaloga rizgarkirina Îranê" ya ku di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin bûne, hatibûn girtin. 5 jinên li Girtîgeha Êvînê girtî ne, mafê hevdîtina telefonê ji wan re hat astengkirin.
 
Gelek siyasetmedar û çalakvan beşdarî konferansa “Diyaloga rizgarkirina Îranê” bûbûn û peyamên girtiyên siyasî li ser tora dîjîtal a “Clubhouse” hatibû xwendin. Dezgeha dadweriya Îranê derbarê konferansê de lêpirsîn dabû destpêkirin û hinek beşdar ji bo îfadedayînê gazî kiribûn û ew girtibûn.