PENa Kurd: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyartiyeke exlaqî ye

  • 15:35 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêveberiya Giştî ya PENa Kurd diyar kir ku Bi dabeşkirina axa Kurdistanê ya ji aliyê çar dewletên dagirker ve û siyasetên înkarê metirsiyên li ser zimanê kurdî berdewam in û got:"Li hember siyaset û sîstemên înkarker, xwedîderketina li çand û ziman, bikaranîna ziman a di jiyana rojane de her wiha li gel pêşxistinê hewldana ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê têkoşîn, berxwedana di vê rêyê de gelekî girîng e. Ev berpirsyaretiyeke exlaqî û dîrokî ye.'
 
Bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Komîteya Rêveberiya Giştî ya PENa Kurd daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em wek Navenda PENa Kurd di Cejna Kurdî de pirtûka Rabûna Berî li Gulberojan a ku bi çîrok û helbestên nivîskarên di zindanan de hatiye amadekirin li hemû xwendekarên Kurdî dikin diyarî û hewl didin ku rê li ber azadiya ramanê û nivîsînê vebikin, dengê wan bigihînin cîhanê."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
Kolonyalîzm û dagirkeriya li ser Kurdistanê heta niha û berî niha, bi sedan salan e dewam dike. Ev jî dibe sedem ku hebûn, ziman, çand û nasnameya gelê Kurd ji aliyê dagirker û desthilatdaran ve di bin zexta înkar û tinekirinê de be. 
 
Bi dabeşkirina axa Kurdistanê ya ji aliyê çar dewletên dagirker ve û siyasetên înkarê metirsiyên li ser zimanê kurdî berdewam in. 
Tevî zext, givaşên dijwar, dûrxistin, qedexekirina xwendin, nivîsandin û bikaranîna zimanê dayikê, kurdan di qonaxên cuda de bi saya wêjeya devkî û nivîskî hebûn û nasnameya xwe parastine, heta roja îro domandine. 
 
Di vê navberê de lazim e rola Celadet Elî Bedirxan û derxistina Kovara Hawarê ku di wê serdemê de û ji bo nifşên niha jî bûye xwendingeh, neyê jibîrkirin. 
 
Li hember siyaset û sîstemên înkarker, xwedîderketina li çand û ziman, bikaranîna ziman a di jiyana rojane de her wiha li gel pêşxistinê hewldana ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê têkoşîn, berxwedana di vê rêyê de gelekî girîng e. Ev berpirsyaretiyeke exlaqî û dîrokî ye. 
 
Em wek Navenda PENa Kurd di Cejna Kurdî de pirtûka Rabûna Berî li Gulberojan a ku bi çîrok û helbestên nivîskarên di zindanan de hatiye amadekirin li hemû xwendekarên Kurdî dikin diyarî û hewl didin ku rê li ber azadiya ramanê û nivîsînê vebikin, dengê wan bigihînin cîhanê.
 
Bi hêviya ku dengê Kurdî li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê her roj hinekî din xurtir û berztir bibe, 15'ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li hemû kedkarên zimên û Kurdan pîroz be..."