Li Wîntherthûrê panela 'Cejna Zimanê Kurdî' hat lidarxistin

  • 12:47 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Wîntherthûrê yê girêdayî kantona Zurîh a Swîsreyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek hat lidarxistin.
 
Panel ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wîntherthûrê ve hat organîzekirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî panelê bûn.
 
Panelîstên ku helbestvan Dilber Hêma jî di nav de bû, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û têkildarî wate û girîngiya zimanê Kurdî semîner dan.
 
Nivîskar Osman Ozçelîk qala dîroka zimanê Kurdî kir û got: “Divê zimanê Kurdî teqez bibe zimanê perwerdeyê.”
 
Helbestvan Dilber Hêma jî diyar kir ku asîmîlasyon û otoasîmîlasyona ku zimanê Kurdî pê re rû bi rû ye, ji Plana Şark-Islahatê û vir ve dewam dike.
 
Panel bi xwendina helbestên Kurdî yên Dilber Hêma, bi dawî bû.