Li Wîntherthûrê panela 'Cejna Zimanê Kurdî' hat lidarxistin 2023-05-15 12:47:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Wîntherthûrê yê girêdayî kantona Zurîh a Swîsreyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek hat lidarxistin.   Panel ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wîntherthûrê ve hat organîzekirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî panelê bûn.   Panelîstên ku helbestvan Dilber Hêma jî di nav de bû, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û têkildarî wate û girîngiya zimanê Kurdî semîner dan.   Nivîskar Osman Ozçelîk qala dîroka zimanê Kurdî kir û got: “Divê zimanê Kurdî teqez bibe zimanê perwerdeyê.”   Helbestvan Dilber Hêma jî diyar kir ku asîmîlasyon û otoasîmîlasyona ku zimanê Kurdî pê re rû bi rû ye, ji Plana Şark-Islahatê û vir ve dewam dike.   Panel bi xwendina helbestên Kurdî yên Dilber Hêma, bi dawî bû.