Jinên tundiyê dibînin ji navnîşanên ne diyar dengê xwe bi kar anîn

  • 16:14 14 Gulan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku tundî li wan hatin kirin û biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana ne diyar dengên xwe dan. 
 
Jinên ku tundî, destdirêjî û tecawizê li wan hatine kirin biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana ne diyar deng didin. Di lîsteyên hilbijartinan de li herêma 3’yemîn a Stenbolê agahiyên navnîşanên jinên navborî vala hatin hiştin. Jinên ku tenê nav û paşnavê wan di lîsteyan de cih girt, bi agahiyên navnîşana girtî dengê xwe dan.