Jinên tundiyê dibînin ji navnîşanên ne diyar dengê xwe bi kar anîn 2023-05-14 16:14:06     STENBOL - Jinên ku tundî li wan hatin kirin û biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana ne diyar dengên xwe dan.    Jinên ku tundî, destdirêjî û tecawizê li wan hatine kirin biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana ne diyar deng didin. Di lîsteyên hilbijartinan de li herêma 3’yemîn a Stenbolê agahiyên navnîşanên jinên navborî vala hatin hiştin. Jinên ku tenê nav û paşnavê wan di lîsteyan de cih girt, bi agahiyên navnîşana girtî dengê xwe dan.