Êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin

  • 14:37 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
EDENE - AKP’iyan li Edeneyê êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin ku li dijî bêusuliyan îtîraz kirin. 
 
Li Mêrsînê dengê sextê hatin bikaranîn li Edeneyê jî AKP'iyan xwestin dengên blok bidin
 
Edene
 
Li Dibistana Amadehî ya Anafartalar a li navçeya Seyhan a Edeneyê AKP’iyan xwestin dengên blok bidin. CHP’î jî li dijî vê derketin û rageşî derket. AKP’iyên ku li derûdorê heqaret dikirin, êrişî CHP’iyan kirin. Piştî mudaxeleya polîsan, bûyer bi dawî bû. Li Dibistana Navîn a Mekanê ya Seyhanê jî AKP’iyan êrişî muşahidên Partiya Çepên Kesk kirin ku li dijî kesên qertên wan ên muşahidiyê tune lê li derdorê digeriyan derketin. Muşahidê Partiya Çepên Kesk Ferhat Genç, di êrişê de ji stûyê xwe birîndar bû. 
 
Mêrsîn
 
Li navçeya Gulnar a Mêrsînê jî hat tespîtkirin ku Serokê MHP’ê yê Navçeya Gulnarê Celal Kadîm dengê sexte bi kar anî. Serokatiya CHP’a Mêrsînê têkildarî mijarê girtek girt û dê gilî bike.