Li Colemêrgê welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê dan

  • 14:05 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê welatiyan ji bo bikaranîna dengên xwe herikîn dibistanan. 
 
Bikaranîna dengên ji bo hilbijartina serrokomariyê û hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên serdema 28'emîn serê sibehê saet di 08.00'an de dest pê kir. Li Colemêrg û navçeyên wê welatiyan ji bo bikaranîna dengên xwe herikîn dibistanan. Bikaranîna dengan bi eleqeyeke mezin dewam dike.