Dayika Denîz Poyraz: Ji bo demokrasî û edaletê me deng da

  • 13:27 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz di dema dengdayînê de peyama "Aştî, demokrasî, edalet" da û got "Aştî ji bo me hemûyan be".
 
Denîz Poyraz di 17’ê Hezîrana 2021’ê de di encama êrişa çekdarî ya Onur Gencer a li hemberî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hat qetilkirin. Malbata Denîzê li Dibistana Navîn a Kemal Ataturk a Yenî Mahalle ya navçeya Konakê da dengê xwe da. 
 
'Ji bo mafê Denîz li erdê nemîne me dengê xwe da'
 
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz piştî deng dayînê wiha axivî: "Min dengê xwe da aştî, edalet û demokrasiyê. Bila aştî ji bo me hemûyan were. Me dengê xwe da. Ji gelê kurd re serkeftinê dixwazim. Me jî dengê xwe da Denîz Poyraz. Ji bo mafê Denîz li erdê nemîne me deng da. Îro roja hesabpirsînê ye. Em ê bi ser bikevin."
 
'Serkeftin ji bo Gelê Kurd û gelên bindest'
 
Bavê Denîz Poyraz Abdullilah Poyraz jî wiha axivî: “Ez ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim. Serkeftin ya Gelê Kurd û gelên bindest be. Ji bo hesabê Denîz Poyraz bipirsin me dengê xwe da."