Salîha Aydenîz dengê xwe bikaranî

  • 12:18 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku dengê xwe li Mêrdînê bikaranî, got: "Em hêvî dikin ku edalet bê vê welat, êdî dayik negirîn û jiyanek azad bê ji bo dayikan."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li taxa Mensûriyê ya navçeya Artukluya Mêrdînê bi tevî siyasetmedar Ahmet Turk di heman sindoqê de bikaranî. Salîha û Ahmet ku bi şandeyek qerebalix ve çûn dibistanê, ji aliyê partiyê û hilbijêran ve hat pêşwazîkirin. Piştî ku hilbijêr bi Salîha û Ahmet re wêne kişandin, Salîha û Ahmet piştre çûn dengê xwe bikaranîn. 
 
Salîha Aydenîz jî piştî deng bikaranî, wiha axivî: "Em hêvî dikin ku edalet bê vê welat, êdî dayik negirîn û jiyanek azad bê ji bo dayikan. Bi hêviya demokrasî bê welat em dengê xwe bikartînin."
 
Ahmet Turk ku dema dengê xwe bikaranî, got: "Em dixwazin ku ev hilbijartin bibe pêvajoya destpêka nû."