Meral Daniş Beştaş: Bila îradeya welatiyan derkeve

  • 12:14 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
ERZIROM - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş a li Palandokenê dengê xwe bi kar anî got:"Bila îradeya welatiyan derkeve."
 
Karê bikaranîna dengan a li Kurdistan û Tirkiyeyê ya ku saet di 8.00'an de dest pê kir dewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên li bajaran jî li herêmên lê ne dengê xwe bi kar tînin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş li Dibistana Seretayî ya Haşîm Îşcan Palandokenê dengê xwe bi kar anî.
 
Meralê dema dengê xwe avêt sindoqê got,"Ez hêvî dikim ew ê hert tiş baş be, em tenê tiştekî dixwazin, bila îradeya welatiyan derkeve."