Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 10:45 14 Gulan 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Licê operasyona leşkerî bi dawî bû. Kesên di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin jî hatin berdan. 
 
Li çoltera gundê Bamitnê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê di 10’ê gulanê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyon duh bi dawî bû. Salîh Tektaş û Enes Tektaş ên ji Bamitnê li malên xwe di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin. Her du welatî jî piştî îfade dane emniyetê hatin berdan. 
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li cihê ku şer qewimî ye tevgera leşkerî bi dawî bûye.