Li Sêweregê zexta dengdayîna vekirî

  • 10:39 14 Gulan 2023
  • Rojane
RIHA - Hat diyarkirin ku li Sêwrêgê kesên nêzî AKP’ê zexta dengdayîna vekirî li xizmên xwe û hilbijêrên din dikin. 
 
Hat diyarkirin ku li navçeya Sêwerega Rihayê li ser sindoqa Dibistana Seretayî ya Çînhîsar a Gundê Çînhîsarê li hilbijêrên ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî dengê xwe bidin çûne wir zext tê kirin. Hilbijêrekî ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku kesên nêzî AKP’ê li xizmên xwe û şêniyên gund zexta ku dengên xwe bi awayekî vekirî bidin.