Heyetên navneteweyî li herêmê hilbijartinê dişopînin

  • 10:37 14 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê ji aliyê heyetên fermî û serbixwe yên navneteweyî ve jî tên şopandin.
 
Heyeta Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya fermî ku ji 403 çavdêran pêk tê, wê li tevahiya Tirkiyeyê hilbijartinê dişopîne. Heyeta ji 175 kesan jî ku ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, wê li Kurdistanê ji bo çavdêriyê li qadê be.
 
Ji Fransa, Îtalya, Spanya, Îngilistan, Elmanya, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiyayê 175 çavdêrên serbixwe wê li Amed, Çewlîg, Mûş, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Sêrt, Meletî û Stenbolê çavdêriyê bikin.