Dengdayînê dest pê kir

  • 08:43 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê, li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê dengdayîn dest pê kir.
 
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê dengdana ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28'emîn a Parlamenteriyê dest pê kir. 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr dê li 190 hezar û 736 sindoqan dengên xwe bidin.
 
Dê deng dayîn di saet 17.00’an de bi dawî be.