Ji bo kujerê Muhterem Akbulut ji ‘rewşa baş’ ceza hat xistin

  • 17:59 13 Gulan 2023
  • Hiqûq
AMED- Dadgehê ji bo kujerê Muhterem Akbulut, Hasîp Akbulut ji ‘rewşa baş’ ceza daxist û cezayê muebeta giran veguher cezayê muebetê.
 
Li navçeya Bismil a Amedê mêrê bi navê Hasîp Akbulut di 3’ê Mijdara 2019’an de jina pê re zewicandî Muhterem Akbulut qetil kir. Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ‘qestî kes kuştin’ û ‘hestên çavsorî û ezyetkişandinê kuştin’  îdianame hat amadekirin .
 
Di îdianameyê de hat diyar kirin ku gumanbar bi alava birînê êrîşê Muhteremê kiriye û li cihê bûyerê Muteberê jiyana xwe ji dest daye. Parêzerê gumanbar  daxwaza rapora ku der barê ku ehliyeta ceza ya Hasîp Akbulut tune de kirin. li ser vê rapor amadekirin û di raporê de hat gotin ehliyeta ceza ya Hasîp tam e.
 
Runiştina biryarê ya gumanbar duh li 13’emîn dadgeha ceza giran a Amedê hat dîtin.  Gumanbar Hasîp Akbulut û  parêzerên aliyan tevli bûn. Piştî îfadeyan şûnde heyetê biryar aşkera kir û der barê gumanbar de ji rewşa başcezayê muebeta giran veguhert cezayê muebetê.