Li Stenbolê mîtînga fînalê: Jin jiyan azadî

  • 13:54 13 Gulan 2023
  • Ramyarî
STENBOL - Di mîtînga “Destpêkeke bi heybet” a Partiya Çep a Kesk de hat diyar kirin ku bi têkoşîneke hevpar dê îktîdara AKP'ê ya 21 salan têk bibin.
 
Partiya Çep a Kesk, starta xebatên hilbijartinê di 24'ê nîsanê de li Colemergê dabû. Îro jî mîtînga xwe ya fînalê li Qada Yenîkapiya Stenbolê pêk anî. Mîtîng bi dirûşma "Destpêkeke bi heybet" pêk hat. Beriya mîtîngê bi sedan kes li rawestgeha Marmaraya Yenîkapi kom bûn li ber dihol û zirneyê govend gerandin. Qada mîtîngê bi alên Partiya Çep a Kesk hatin xemilandin. 
 
Wek her carî jin dîsa bi cilên xwe yên netewî berê xwe dan qadê. Bi rengê kesk, sor û zer qad xemilandin. Dayikên Aştiyê jî bi strana “Em bernadin” ketin qadê. Dayikan dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” berz kirin. 
Ciwanên ku bi dirûşmeya “Bijî Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” ketin qadê pankarta “Em bikevin gorê jî em ê di vî şerî de teqez serbikevin” vekirin lê destûr nedan ku pankart bikeve qadê. Li ser vê yekê ciwanan bi pankarta gotinên “Em tevgereke ku vegera dîrok û evînê ne. Em li pey nemirinê ne” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ketin qadê. Ciwanan bi motîfa tavê dowiza “Me roja xwe dît hûn nikarin me bisekinînin” ji destê xwe nexistin. 
  
Alîgirên Amedsporê yên di hemû mitîngên Partiya Çepên Kesk de cih digirin û reng didine bi forma û stûmalên xwe Yenîkapi bi rengên kesk û sor boyax kirin. Her wiha Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ên li qadê peywîr girtin, pisûlaya dengan dan welatiyan û nîşandan ku wê deng çawa bên bikaranîn. 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Berdevkê SMF’ê Bariş Kayaoglû, Nûnera Partiya Azadî û Civakê (TOP) Nîlay Kuş, namzetê herêma yekemîn a Stenbolê Sirri Sureyya Onder tevlî mîtîngê bûn. 
 
Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir. Pişrte namzetên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê derketin ser dikê û gel silav kirin. Axaftina vekirinê ji hêla namzet Dêrsim Dag ve hat kirin. Dêrsim di axafina xwe de bal kişad ser parastina sindoqan û got: "Partiya Çep a Kesk sembola jiyana azad e."
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û da zanîn ku dê îktîdara AKP'ê û MHP'ê ji vir bişînin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya ESP Ozlem Gumuştaş jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnasên girtî: "Em ê soza xwe bînin cih. Em hezar silav ji şehîdên xwe re dişînin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin." 
 
Ji namzetên Stenbolê Hakan Ozturk axivî û da zanîn ku dê bi têkoşîna hevpar îktîdara AKP'ê ya 21 salan têk bibin. Namzet Nîlay Kuş jî da zanîn ku dê komara demokratîk biafirînin, dê bi ser kevin û hesabê bipirsin. 
 
Piştî axaftina Nîlayê Performansa Kurdish Rap derket ser dikê. Berdevka Demê ya SMF'ê Bariş Kayaoglu diyar kir ku dê îktîdarê ji vir bişînin. Namzet Sirri Sureya Onder jî daxuyand ku ber bi dawiyê ve diçin û got: "Kesek nekarî li hemberî têkoşînê bisekîne. Ya ku herî bi hêz em in."
 
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê û wiha axivî: "Em ê biçin ser sindoqan. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em 24 saetan ranezên û em ê sindoqên xwe biparêzin. Bi hêzbûna Partiya Çep a Kesk a di meclîsê de tê wateya bi hêz bûna gelan. Em ê siyaseta demokratîk pêş bixin û teslîmê xwediyê wê bikin. 
 
Pêşî qeyûm tayînê şaredariyên li Kurdistanê kirin û piştre hevşaredarên me girtin. Lê divê bê zanîn ku bi milyonan kurd hene ku şaredarên xwe diparêzin û piştgiriya wan dikin. Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ayşe Gukkan, Selahattîn Demîrtaş û bi sedan rêhevalên me girtî ne û ji ber ku siyaseteke demokratîk xwestin bimeşînin.  
 
Dirûşma me 'Dîsa em, rêya me, em li vir in û em ê bi hev re biguherînin', em ê bi jinan, bi ciwanan re biguherînin. Em ê li dijî rejîna yekkesî ji nûve çîroka xwe didin destpêkirin. Me bi hev re têkoşîneke mezin bi rêve bir. Niha em hatin dawiyê û em ê sibê mohra xwe di bin darê bixin. Em ê bi ser kevin. Rêya me vekirî be. An serkeftin an serkeftin." 
 
Piştî axaftina Çîgdemê hunermend Îlkay Akkaya derket ser dikê. Bi stranên Îlkayê girse govend gerand, dirûşm berz kirin.