Nuray Çevîrmen: Divê baweriya bi edaletê dîsa derkeve holê

  • 09:18 13 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku divê rêgeza wekheviyê ji bo hemû girtiyan pêk bê û ji bo partiyên diçin hilbijartinê wiha got: “Hilbijartinek girîng li pêş me ye. Partiyên namzetên desthilatdariyê ne divê hestê edeletê yê ku winda bûye derxin holê.” 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen beriya hilbijartinan rêgeza wekheviyê ya ku desthilatdariya heyî pêk neaniye nirxand û got hikûmeta ku wê nû bê nokteyên bişopîne hene.
 
Pêkanînên kêfî
 
Nurayê balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got astengiyên li pêş girtiyên nexweş girtiyan terkî mirinê dikin û wiha vegot:” Li pêş tehliyekirina girtiyên nexweş gelek asgtengî hene. Bi taybet jî li pêş girtiyên nexweş ên siyasî astengiyên pir mezin hene. Midûriyeta Giştî ya Karê Cezayê ya Wezareta Dadê di 2023’yan de giştînameyek weşand. Di vê giştînameyê de hinek sererastkirin hatin kirin. ATK  ji nokteya biryardayînê hat derxistin, mijara tespîtkirina nexweşiyê, her wiha ji aliyê dozger ve bi resen lêpirsîn dest pê kirin. Li xala 16’emîn ku girtiyên nexweş berdidan xalek hat zêdekirin. Di vir de jî hinceta ku ewlehiya civakê dike xeterê heye. Ji ber vê berdana bi biryara dozger tê astengkirin.”
 
Rêgeza wekheviyê pêk nayê
 
Nurayê daxuyakirin di nokteya taloqkirina infaz û tehliyeya girtiyan de rêgeza wekheviyê pêk nayê û ev giştîname bi pirsgirêk e û wiha berdewam kir: “Piştî giştînameyê em ketin tevgerê. Me daxuyanî da. Me got divê giştîname ji bo hemû girtiyan pêk bê. Lê mixabin pêk nehat û heta îro yê ku rayeya efûyê herî kêm pêk aniye serokomar Tayyîp Erdogan e. Em ê dîsa bêjin bêyî şer divê hemû girtî bên berdan.  Ji bo girtiyên nexweş ên giran hemû daxuyaniyên me di vî alî de ne. Em serlêdanan di vî alî de dinirxînin. Mixabin rêgeza wekheviyê pêk nayê.” 
 
Mafê jiyana 78 girtiyan hat binpêkirin
 
Nurayê destnîşan kir ku ji bo girtiyên di çarçoveya TMK’ê tên girtin de newekheviyek cuda mijara gotinê ye. Nurayê wiha berdewam kir: “Di dema pandemiyê de yek girtiyek di çarçoveya TMK’ê de nehat berdan. Di 2022’yan de 78 girtiyî jiyana xwe ji dest da û 36 kes ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan yek jî nikaribû şertê girtîgehê de bimîne.”
 
‘Tecrîda giran li dij xwezaya mirovahiyê ye’
 
Nurayê diyar kir ku desthilatdariya heyî rejîma hepskirinê ava kiriye û wiha dawî lê anî: “399 girtîgeh hene û hîna jî girtîgeh tên avakirin. Li girtîgehan sîrkulasyonek mijara gotinê ye. Divê êdî pêşî li vê bê girtin. Divê civak û siyasetmedar pêşî li vê bigirin. Hilbijartinek girîng li pêş me ye. Partiyên namzetên desthilatdariyê ne divê hestê edaletê ya ku winda bûye derxin holê. Desthilatdariya nû divê Lijneya Şopandin û Îdareyê ji holê rake.”