Siyasetmedar: Mohra xwe li Partiya Çep a Kesk bidin

  • 09:08 13 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
ÎZMÎR - Siyasetmedaran diya kirin ku divê ji bo çareseriya pirsgisrêka Kurd wekhevî û azadiyê morhra erê li Partiya Çep a Kesk bê xistin û gotin divê rejîma yek mêrî biçe.
 
Ji hilbijartinan re demek  kurt ma û  siyasetmedaran diyar kirin ku ji bo Peymana Stenbolê û Qanûna Hejmar 6284  deng ji bo Partiya Çep a Kesk bên dayîn.
 
‘Berpirsyariya me heye’
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek bendewariyên gel hebûne û wiha vegot: “Ev 20 sale em rejîma yek mêrî re dijîn. Welat veguheriye qada şer. Mirov hatin qetiklirin û her roj komkujî zêde bûn. Xizanî derket asta jor.  Mirov hatin asta nikarin nan bigirin.Partiya Çep a Kesk partiya mifteyê ye. Piştî hilbijartinên 14’e gulanê guhertina pêvajoyê jî wisa ne hêsane. Em ê ji desthilatdariya faşîst xilas bibin.  Berpirsyariya me hemûyan heye ku em vê pergalê biguherin. Em banga xwe dubare dikin. Dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk, mohra xwe li Partiya Çep a Kesk bidin.”
 
‘Pirsgirêkên mezin hene’
 
Hevberdevka  Partiya Çep a Mîlasê Saniye Sarar jî daxuyakirin ku ew azadî û edeletê dixwazin, dixwzin jin û zarok azad bibin, û got: “Em mafê jiyanê dixsazin. Li vî welatî pirsgirêkên mezin hene. yek ji van ya Kurd  û ya nasnamê ye. Em ê van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Ji ber divê em dengên xwe bidin Çep a Kesk.”
 
Hevberdevka herêma Egeyê ya DBP’ê Neslîhan Arşîv jî  bi lêv kir ku di pêvajoyek krîtîk de derbas dibin û ciwan di şertên zehmet de dijîn û wiha pê de çû: “Divê her kes li dora Partiya Çep a Kesk bibe yek. Pêşeroja me bi Partiya Çep a Kesk pêkane. Partiya Çep a Kesk partiya jinê ye partiya ciwanan e. Ji ber vê divê ji bo pêşeroja xwe dengê xwe bidin Çep a Kesk.”
 
Jin wê encama hilbijartinê diyar bikin
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Meryem Gulbudak jî daxuyakirin ku hewl didin jiyanek wekhev û azad misoger bikin û wiha dirêjî daye: “Ji bo vê em di têkoşînek mezin de ne. Em hene. Em li her qadê ne. Wê jin vê hilbijartinê diyar bikin. Ferasetên ku hiqûqa şerîatê dixwazin derketin holê. Wek Huda-Parê.  Ev rewşek bi fikar e. Ev ferasetek serdema navîn e. Derdê wan ev e me hepsê malê bikin. Lê em li alî jiyanek wkehev in. Di afîşên me de jin hene mêr hene ligel hev in. Ligel me hevberdevkî heye. Wekhevî heye. Kota ji sedî 50 heye.  Em ê  Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 pêk bînin.”