Li Şirnexê şahiya ciwanan hat lidarxistin

  • 19:55 12 Gulan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX – Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe de li Şirnexê şahiya ciwanan lidarxist.
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk yê bajarê Şirnexê di çarçoveya xebatên xwe de li ber bûroya xwe ya hilbijartinê ya taxa Cumhuriyetê ya Şirnexê şahiya ciwanan lidar xistin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Hasan Ozguneş, Bernamzetên Partiya Çep a Kesk yê Şirnexê Newroz Uysal, Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedîrhan Osal, Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê, Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Komeleya Çand û Ziman yê Bircabelek û bi sedan ciwan beşdarî şahiyê bûn. 
 
Şahî bi govend girtinê destpê kir. Girseyî gelek caran dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” , “ Bijî Berxwedana Zindanan” û  “ Em ê bi ser bikevin” berz kirin. 
 
Dûvre namzetên Şirnexê hatin nasîn û bername bi axaftina namzet Bedîrhan Osal berdewam kir. Bedîrhan, diyar kir ku Gelê Botanê her tim xwedî li dengên xwe derketiye vê carê jî dê derbikeve. Bedîrhan, destnîşan kir ku dê ciwanan bi hêz û qîra xwe qesra wan hilweşînin. 
 
Ji endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Kerem Sapan jî destnîşan kir ku ew ê bi hevre govenda serkeftinê bînin. 
 
Piştî axaftinan şahî bi govend girtinê bi dawî bû.