Girtiyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin

  • 18:16 12 Gulan 2023
  • Rojane
 
AMED - Abdulhalîm Kirtay ê ku 51 roj bere ji girtîgehê derket û îro jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
 
Abdulhalim Kirtay ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû û di 22'ê Adarê de hatibû berdan, 51 roj şûn de jiyana xwe ji dest da. Abdulhalîm piştî ku hat berdan, ji ber nexweşiyên xwe yên giran li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin.  Abdullahalîm, îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin. Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê . Cenaze piştî wexîbeyên olî, hat definkirin. Kesên beşdarî merasîma cenaze bûn, kulîlk danîn ser gora Abdulhalîm Kirtay.
 
Zarokên Abdulhalîm Kirtay  gotin: “Têkoşîna bavê me, têkoşîneke birûmet bû. Em bi bavê xwe serbilind in. Bavê me şehîdê Kurdistanê ye.”  Li ser gorê dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.
 
Abdulhalîm Kirtay kî ye? 
 
Adulhalim Kirtay di sala 1993'yan de li navçeya Farqîn a Amedê hat binçavkirin. Ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê muebbedê lê hat birin.  Abdulhalîm di 30 salên xwe yên girtîgehê de sirgûnî girtîgehên wekî Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlîh, Kirklareli, Yozgat, Dîlok û Îzmîrê hat kirin. Di girtîgehê de bi nexweşînên wekî prostat, şekir, tansiyona bilind û hemorroidê ket û Mijdara 2022’an de 4 rojan bi awayekî kelemçekirî li Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê ya Îzmîrê hat dermankirin.
 
Abdulhalîm piştî 30 salan di 22'yê Adarê de dema ku nexweşiyên wî pir giran bûn, ji Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê ya Tîpa T’yê hat berdan.