Li Şehbayê li dijî destdirêjiyê meş

  • 18:08 12 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star li kantona Şehbayê dijî destdirêjiya li hember du zarokên meşek pêk anîn.
 
Bi sedan endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Fafînê kom bûn û li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  bi pankartên "Na ji sûcên tecawizkirinê re” û “Na ji qetilkirina zarokatiyê re" meşiyan. Meşê ji meclisa navçeya Fafînê dest pê kir û ber bi dibistana ajokariyê ve berdewam kir.
 
Li qada dibistanê, li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Zên Henan axivî û  destdirêjiya  li zarokan şermezar kir.
 
Zên Henan bertek nîşanê destdirêjiya li hember zarokan da û diyar kir ku ev êrîş li hember azadiya jinê hatiye kirin. Zên bêdengiya qada navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî şermezar kir.
 
Her wiha endama rêveber a Kongra Star Necah Hisên li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ew di radeya yekemîn de li dijî jinan in. Necahê diyar kir ku bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re dest bi guhartina demografiya herêmê hatiye kirin.
 
Necah destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van sûcên li dijî mirovahî û kevirên Efrîna dagirkirî derbe li tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî da. Necah Hisên di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û rêxistinên jinan kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrînê bînin.