Xebatên hilbijartinê li Erdexan, Panos û Amedê dewam dikin

  • 15:28 12 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li Panosê şahî li dar xist. Şaredarê Dêrsimê li Erdexanê piştevaniya namzetên Partiya Çep a Kesk dike. Şandeya Partiya Çep a Kesk ji aliyê welatî û dikandaran ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. 
  
Partiya Çep a Kesk li navçeya Panosa Agiriyê şahiya jinan li dar xist. Li eywanek dawetê şahî hat lidarxistin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Zelal Yilmaz, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan jin tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. 
 
Zelal Yilmaz di şahiyê de axivî û da zanîn ku wê jin bi hev re vê sîstemê biguherînin û jin pêşengên têkoşînê ne. 
 
Piştî axaftina Zelal jinan di şahiyê de demek dirêj govend gerand. 
 
Erdexan
 
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû jî ji bo piştevaniya namzetên Partiya Çep a Kesk ên Erdexanê bike du roj in li bajêr tev li xebatan bûye. Fatîh Mehmet li gel namzetên Erdexanê Ozgur Taniş û Dîcle Akturk gund bi gund geriya û xwest gel destekê bide namzetên Partiya Çep a Kesk. Fatîh Mehmet û namzet li her gundan bi coş û peroşek zêde hatin pêşwazîkirin. Fatîh Mehmet di serdana gundên navçeya Golanê de axivî û ji xelkê xwest ku piştevaniya namzetên şoreşger bikin. 
 
Fatîh Mehmet û namzetan li navenda Erdexanê jî serdana dikandaran kirin û deng xwestin. Diknadaran eleqeyek mezin nîşanî namzetan da. 
 
Amed
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê bi beşdariya namzeta bajêr Ceylan Akça, aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê ya Amedê serdana dikandaran kirin û ji bo mitînga finalê ya Amedê ku sibê dê bê lidarxistin, bang kirin. Her wiha bang hat kirin ku her kes xwedî li sindoqan derkeve. Şandeya Partiya Çep a Kesk ji aliyê welatî û dikandaran ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. 
 
Dikandaran û welatiyan ji şandeyê re wiha got: “Em dixwazin rojek beriya rojekê ev pergal bê guhertin û bila êdî ev xizanî ji nava gel rabe. Hêviya me ew e ku hûn li Meclisê li mafên gelê kurd xwedî derbikevin.”