Delegasyona Îmraliyê çû serdana Dayikên Şemiyê

  • 13:31 12 Gulan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Serdanên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî di roja duyem de dewam dike. Di roja duyem de serdana Dayikên Şemiyê hat kirin. Dayikan gotin ew ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Li ser vê yekê ji 3 welatên cuda "Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî" ya herkê ji 3 kesan pêk tê hat avakirin. Heyet serdanên xwe didomîne. Di roja duyem de serdana Dayikên Şemiyê hat kirin. 
 
Di serdana li ÎHD'ê ya Şaxa Beyogluyê de Dayika Aştiyê Hanim Tosun û endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan heyet pêşwazî kirin. 
 
Têkoşîna Dayikên Şemiyê...
 
Di hevdîtinê de li ser mijarên binpêkirina mafan, polîtîkayên bêcezatiyê hat sekinandin. Hanim Tosun bal kişand ser têkoşîna xizmên windayan û got qada Galatasarayê bi awayekî kêfî li wan hatiye qedexekirin. Hanimê da zanîn piştî qedexeyê jî wan dev ji têkoşîna xwe bernedane û got ew li her derê li windayên xwe digerin. 
 
Sebla Arcan da zanîn her hefte lêdan û îşkence li Dayikên Şemiyê tê kirin û got tevî êrişan jî dayik di dewamkirina çalakiya xwe de bi biryar in. 
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri jî da zanîn dayik di warê Qada Galatasarayê de bi israr in. 
 
Di hevdîtinê de li ser têkoşîna xizmên windayan hat sekinandin û hat gotin wê dev ji lêgerîna ji bo windayan bernedin.  
 
Piştre hevdîtin qediya. Wê heta dawiya rojê serdanên heyetê bidomin.