Keyayên AKP'yî kaxizên hilbijartinê nadin welatiyan

  • 13:21 12 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ERZEROM - Hat diyarkirin ku li gundên girêdayî Xoresanê, keyayên AKP'yî kaxezên ji bo navnîşanên bikaranînan dengan ku tên şandin nadin welatiyan.
 
Ji Hilbijartina Giştî ya 14'ê Gulanê re tenê du roj man, îktîdara AKP'ê ji bo welatî dengê xwe bikarneynin astengiyên derdixe dewam dike. Li gundên navçeya Xoresan a Erzeromê hat diyarkirin ku  keyayên AKP'yî kaxezên ji bo bikaranînan dengan ku ji welatiyan re tên şandin nade wan. Ji ber heman rewşa ku li gelek gundan hat jiyîn welatî bi nertek in. Her wiha hat diyarkirin ku di her hilbijartinê de kesên AKP'yî li ser navê welatiyan di hilbijartinan de deng bi kar tînin.
 
Koordînasyona Krîzê ya Hilbijartinê ya Erzeromê, li ser mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku ji aliyê koordînasyonê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo dengdayînê ne mecbûrî ye ku hilbijêr xwedî kaxezên agahiyên hilbijartinê bin û welatî dikarin bi belgeya nasnameya xwe ya fermî biçin dibistanên taxan dengê xwe bidin. Her wiha hat gotin ku piştî dengdayînê hilbijêr mecbûre lîsteya ku navên wan tê de ye îmze bikin.